Ji Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê ya li Reyhanliya navçeya Hatayê di nav 8 mehan da 70 hezar tir derbas bûn.
Saziyên civakî yên sivîl ên ku li Tirkiyeyê ji bo Sûriyeyê alîkariyê berhev dikin van alîkariyan bi tiran dişînin. Him ev tirên alîkariyê û him jî tirên ber û berhemên ticarî dibin û tînin ji Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê derbas dibin û diçin li herêma Deriyê Sînor ê Esmanî ya Babe-elê.
Tirên derbasî wî alî dibin barên xwe datînin vê herêmê û dizivirin.
Hin caran tir dikevin rêzeke dirêj, di nav 8 mehan da 70 hezar tir ji deriyê sînor derbas bûn.
Hê jî tir diçin û tên.
AA