Ji Dayikên Diyarbekirê bangawaziya "teslîmbûnê"

Solmaz Ogrunça dayik ku ji bo kurê xwe Baran di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku ew dixwaze bigihîje kurê xwe ku 5 sal berê gava 15 salî bû ji Wanê hat revandin.

Ji Dayikên Diyarbekirê bangawaziya "teslîmbûnê"

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê digirin ji bo teslîm bibin bangawazî li ewladên xwe kirin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 682yemîn.

Solmaz Ogrunça dayik ku ji bo kurê xwe Baran di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku ew dixwaze bigihîje kurê xwe ku 5 sal berê gava 15 salî bû ji Wanê hat revandin.

Ogrunçê destnîşan kir ku ew ewladên xwe ji HDPê dixwazin û wiha got, "Li navnîşana ku em nas dikin, em li zarokên xwe digerin. Diviya ne çek qelem di destê wî de ba. Diviya biçûya mektebê. Baran lawo heke tu dengê min dikî were teslîmî edaletê bibe. Ew der ne cihê te ye."

Mevlude Ucdaga ku ji bo kurê xwe Ramazan beşdarî çalakiyê ye anî ziman ku ev 6 sal e bi hisreta kurê xwe ye û got, "Heta ez kurê xwe ji HDPê nestînim ez naçim. Bi navgîniya HDPê kurê min birin. Ez kurê xwe dixwazim."

Uçdagê wiha jî got, "Kurê min xwe teslîmî hêzên ewlekariyê bike. Binere yên ku teslîm bûne zêde bûne. Deriyê min ji te re vekirî ye. Xwe bispê re dewleta me."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE