Ji Dayikên Diyarbekirê bo ewladan banga "teslîm bibin"

Uçdaga ji bo kurê xwe Ramazan çalakiyê dike got ew heta ewladê xwe hilnede ewê ji ber HDPyê neçe.

Ji Dayikên Diyarbekirê bo ewladan banga "teslîm bibin"

Çalakiya rûniştinê ya ku Dayikên Diyarbekirê bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, dewam dike.

Dayikên ku ji revandina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê wek berpirsyar dibînin, ji 3yê Îlona 2019ê vir va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan di roja 707emîn da dewam dike.

Dayikên di çalakiyê da ne bangî ewladên xwe kirin ku bila werin û teslîm bibin.

Ji Dayikên Diyarbekirê bo ewladan banga "teslîm bibin"

- "Heta ez te hilnedim ez ê ji vir neçim"

Mevlude Uçdaga ji bo kurê xwe Ramazan çalakiyê dike got ew heta ewladê xwe hilnede ewê ji ber HDPyê neçe.

Uçdagê wiha got: "Vegotin û jiyîn ne yek e. Êşeke pir zehmet e. Xwedê tu kesî bi ewladê wê ra îmtihan neleî Êşa ewlad êşeke mezin e. HDPyê ewladê min xapand û teslîmî PKKyê kir."

Dayikê bangî ewladê xwe kir û got: "Kurê min were û teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bibe. 4 sal e min dev ji şopa te berneda. 2 sal e jî ez li ber HDPyê me. Heta ez te hilnedim ez ê ji vir neçim."

- "Were teslîmî hêzên ewlehiyê be"

Bav Omer Tokay jî got ew dixwaze bigîhîje kurê xwe.

Tokay wiha axivî: "Ez kurê xwe ji HDP û PKKyê dixwazim. Kurê min her kes li cem dê û bavê xwe ye. Tu jî were teslîmî hêzên ewlehiyê be."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE