Ji Dayikên Diyarbekirê bo ewladan banga "teslîm bibin"

"Kurê min ez êdî naxwazim wêneyên te hembêz bikim, ez dixwazim te hembêz bikim. Bextê te da me were û teslîmî hêzên ewlehiyê bibe."

Ji Dayikên Diyarbekirê bo ewladan banga "teslîm bibin"

Çalakiya rûniştinê ya ku Dayikên Diyarbekirê bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, dewam dike. Dayikên di çalakiyê da ne bangî ewladên xwe kirin ku bila werin û teslîm bibin.

Dayikên ku ji revandina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê wek berpirsyar dibînin, ji 3yê Îlona 2019ê vir va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan di roja 704emîn da dewam dike.

Mevlude Uçdaga ji bo kurê xwe Ramazan di çalakiyê da ye dibêje ku ew her roj bi hêvîdarî tê çalakiyê û wiha domand: "Em di çalakiya xwe da bi biryar in. Ez heta ewladê xwe ji HDP û PKKyê nestînim naçim. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Lewra bi navbeynkariya HDPyê çûye. Her zarokê ku tên dibêjin ewan (HDP) em xapandine û teslîmî PKKyê kirine."

Dayika bi derd û keser bangî ewladê xwe kir û got: "Kurê min ez êdî naxwazim wêneyên te hembêz bikim. Heke dengê min tê te û tu min dibînî were û teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bibe. Ez naxwazim tu li wan deran bimînî."

Suleyman Aydinê ji bo kurê xwe Ozkan di çalakiyê da bû jî got ku malbat heta negihêjin ewladên xwe dev ji çalakiya xwe bernadin.

Aydin bertek nîşanî HDPyê da û got: "Zarokên 12-13 salî dişînin serê çiyê. Şerm jî nakin û dibêjin 'Em gelê Kurd diparêzin' û ev dereweke mezin e. 40 sal e gelê Kurd dixapînin. Bi vana wîcdan û merhemet tuneye û ji ber ku rûyê wan ê reş em derdixin meydanê ew ji me direvin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE