Ji dayikên Diyarbekirê bo Şaredariya Agiriyê ziyareta sipasiyê

Ji dayikên Diyarbekirê bo Şaredariya Agiriyê ziyareta sipasiyê

Dayikên Diyarbekirê berî "Meşa Spî" Şaredarê Agiriyê Savci Sayan ziyaret kir û sipasiya wî kir ku bi serkêşiya şaredariyê ji bo piştgiriya dayikan 22yê Tebaxê Yekşemê bi beşdariya 2 hezar kesî va dê were lidarxistin.

Sayan li mêvanxaneya şaredariyê dayik ezimandin û bi kulîlkan dayik pêşwazî kirin. Sayan li vir qederekê bi wan ra axivî û der heqê meşê da agahî da wan.

Sayan di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da diyar kir, çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê, rêxistina terorê PKK çavtirsandî kir û lewma jî divê hemû Kurd vê têkoşînê bidin.

Sayan bal kişand ku rêxistina terorê PKK 40 sal e li welêt xwînê dirijîne û bûye belaya serê Kurdan û wiha dewam kir:

"Dayikên Diyarbekirê ji bo ku ji rêxistina terorê xilas bibin 2 sal e têkoşîneke mezin didin. Bi saya vê têkoşînê zarokên hin dê û bavan ji çiyê vegeriyan. Ez wisa bawer dikim, heger ev cesareta dayikên Diyarbekirê di nava Kurdan da belav bibe, ev agir dê bitemire û ev bûyerên terorê dê bi dawî bibin. Em têkoşîna vê didin."

Sayan diyar kir, ew plan dikin roja yekşemê bi 2 hezar kesî va dest bi meşê bikin û di 12 rojan da bigihîjin Diyarbekirê û li wê derê digel dayikan bên cem hev û wiha dewam kir:

"Em ê li dijî PKK û dûvikên wê têkoşîneke mezin bidin ku 40 sal e xwîna Kurdan dimije û wan dikuje. Di vê têkoşînê da heger pêwîst bike em ê can û xwînê bidin. Em ê zarok, welat, xak û alaya xwe neşibînin ya Efxanistanê."

Sayan plaketên alaya Tirk diyariyî malbatan kirin û çû destê Gevez Erdînça ku giriya û bi xwe jî kelogirî bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE