Ji dayikên Diyarbekirê ji bo Serok Erdogan: Em vê hêzê bi saya te dibînin

Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Altun dîmenên sohbeta ku Erdogan di dema ziyareta xwe ya dayikên Diyarbekirê da bi Turkan Mutluya keça wê ji hêla rêxistina terorê va hatiye revandin ra kir parve kir.

Ji dayikên Diyarbekirê ji bo Serok Erdogan: Em vê hêzê bi saya te dibînin

Turkan Mutluya ku yek ji dayikên Diyarbekirê ye ku ji bo zarokên xwe yên ku ji hêla PKKya rêxistina terorê ya dabeşkar va hatine revandin li ber derê avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin di sohbeta xwe ya bi Serok Recep Tayyîp Erdogan ra da got ku "Em îro bi saya te vê hêzê dibînin. Heke me 30 sal berê vê hêzê bidîta dibe ku li Tirkiyeyê evqas dayik wekî îro negiriyana."

Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Fahrettîn Altun dîmenên sohbeta ku Serokkomar Erdogan duh di dema ziyareta xwe ya dayikên Diyarbekirê da bi Turkan Mutluya keça wê ji hêla rêxistina terorê va hatiye revandin ra kir ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî parve kir.

Turkan Mutlu di dema ziyareta wî da ji Serokkomar Erdogan ra dibêje ku "Em îro bi saya te vê hêzê dibînin. Heke me 30 sal berê vê hêzê bidîta dibe ku li Tirkiyeyê evqas dayik wekî îro negiriyana."

Mutluyê diyar kir ku ev 8 sal in êşa keça xwe Ceylanê dikşîne û got ku "Parlementerekî HDPyê dibêje ku 'Hêstirên dayikên Diyarbekirê yên tîmsahê ne'. Ji bo Xwedê li vir kîjan dayik ji bo zarokên xwe hêstirên derewîn dibarîne? Te ev 8 sal in ewlada min ji min veqetandiye. Sax e yan mirî, li ku dijî, heye tune tiştekî nabêjî min. Wek dayikek mafê min tune ku ez deqîqeyekî ewlada xwe bibînim lê ez îro ewlada xwe ji deriyê xwe dixwazim û neheqim ne wisa?"

- "Ez ev 8 sal in ji bo keça dijî PKK û HDPyê têkoşîn didim"

Mutluyê diyar kir ku ev 2 sal in li Diyarbekirê çalakiyê dikin lê 7 sal e tê Diyarbekirê û got ku tenduristiya wê xira bû, herî zêde 10 deqîqe dikare li ser piyan bisekine.

Mutluyê got ku "Ez 8 sal e ji bo keça xwe dijî PKK û HDPyê têkoşîn didim. Ez tena serê xwe heta çiyê derketim. Ji bo ku keça xwe deqîqeyekî bibînim mafê min ê dayiktiyê nas nekirin. Ceylana min wekî xezalan bû. Wê û ewladên hemû dayikan ji destê wan zaliman xilas bike."

- Altun: "Divê herkes van jinên dilêr binase"

Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Altun di parvekirina xwe da got ku "Serokkomarê me dayikên diyarbekirê yên ku ji bo dîtina zarokên xwe 689 roj in protestoyê li dar dixin ziyaret kir. Li pişt manşetan mirovên rasteqîn û êrşên rasteqîn hene. Herkesê ku der barê PKKya rêxistina terorê da fikra xwe dibêje divê van jinên dilêr nas bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE