Ji dayikên Diyarbekirê û SCSyên ji Sêrtê hatin meşa "Lenetkirina terorê"

Ji dayikên Diyarbekirê û SCSyên ji Sêrtê hatin meşa "Lenetkirina terorê"

Dayikên Diyarbekirê û nûnerên saziyên civakî yên sivîl (SCS) ên ji Sêrtê hatin bi meşa "Lenetkirina Terorê" va bertek nîşanî PKKya ku zarokên wan direvîne serê çiyê, da.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya HDPyê zarokên wan şandine serê çiyê, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, di roja 577emîn da dewam dike.

Malbat û koma ji 70 kesî pêk tê û di av wan da nûnerên hin saziyên civakî yên sivîl ên ji Sêrtê hatine hebûn ra li Xaçerêya Tesîsan a Bulwara Şanliurfayê hatin bal hev.

Di meşa ku dirûşmeyên wekî "Bila PKK qehr be, HDP qehr be", "Kurd û Tirk bira neî HDP qelaş e" hatin berzkirin da di destê dayikan da dovîzên li serê "Em zarokên xwe dixwazin", "Zarokên me dê nebin piyonên tu kesî", "Dayikên Sêrtê li ba dayikên Diyarbekirê ne", "ya ku dê dawî li terorê bîne dilê egîd ê dayikên me ye", "Êdî bes e gotin a dayikan e", "Ha HDP ha PKK" nivîsandibû hebûn.

Meşê heta ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya HDPyê dewam kir.

- "We digel zext û tehdîdan berxwedana xwe doman û destaneke mezin nivîsî"

Dr. Ozgur Aydinê Serokê Lijneya Birêvebiriyê ya Komeleya Hekîmên Malbatê ya Sêrtê li ser navêkoma ji bo piştgiriya dayikan ha daxuyanî da û got ji bo ku bibin dengê çalakiya birûmet a ku dayika Hacîre bi pirûskekî da destpêkirin, piştgieiyê bidin berxwedana navdar a dayikên Diyarbekirê hatin.

Aydin behs kir ky dayikên Diyarbekirê bûn feryada bi hezaran zarokên ku PKKya rêxistina terorê ya ku çendî sal e bêyî ku bibêje dergûş, zarok, jin, mamoste, polês, esker xwînê dirêjîne û bi tirs û xapandinê derdixîne çiyê, ev berxwedana dayikan a watedar dengê hevpar a 83 milyonên li welêt e û got ku "Ne mimkûn e ku mirov vê feryadê nebîne, guh nedê û piştgiriyê nede dayikên xwe yên ku dilê wan bi hesreta zarokên wan dişewite. Dêî mesûliyeteke mirovî û wijdanî ye ku hemû SCS, parêzvanên mafên mirovan, aktîvîst, hunermend, rewşenbîr, rojnamevan û siyasetmedar li gel dayikên Diyarbekirê cî bigirin."

Aydin got "Divê bê zanîn ku cihê zarokan çiya nînin, cihê wan ba dayika wan û dibistan e. Divê di destê zarokan da çek tunebin, pirtûk hebin." û destnîşan kir ku tu hêz nikare biratiya li welêt xira bike.

Aydin destnîşan kir ku dayikên Diyarbekirê berxwedaneke pîroz dan destpêkirin û ragihand ku divê herkes piştgiriyê bide vê berxwedanê.

Aydin bangî dayikên çalakiya rûniştinê dikin û zarokên wan kir û wiha axivî:

"We digel hemû zext û tehdîdan vê berxwedana xwe ya pîroz domand û destaneke mezin nivîsand. Dîrok dê we û vê berxwedana we ya ku dijî terorê derdikeve bi siyaneteke mezin binivîse. Hûn bêyî ku qet bitirsin we rûyê rastîn ê terorê nîşan da. Zarokno guh bidin dengê dayikên xwe. Firsendê nedin kesên dixwazin we wek piyon biemilînin. Cinawirên dixwazin xwe bi xwîna we mezin bikin baş binasin. Ji rehma dewletê me bawer bikin û vegerin malên xwe yên germ."

Aydin diyar kir ku dayikên Diyarbekirê hesabê dipirsin dibêjin ku "ji terorê ra rê tune" û zarokên xwe dixwazin.

- "Dayikên Diyarbekirê dê terorê têk bibin"

Fevzî Sevgîliyê Mişawirê Wezareta Karên Navxweyî ku di komê da cî digire jî diyar kir ku dayikên Diyarbekirê wijdana gelê ezîz e.

Sevgîlî got ku "Dayikên Diyarbekirê dê terorê têk bibin"û wiha axivî:

"Dayikên Diyarbekirê dê tu carî tenê nemînin, her dem cihê wan ser serê me ye. Em dê bi hemû piştevanî û hêza xwe va dê li ba wan cî bigirin."

Mehmet Şefîk Erdenê Serokbajarê Damezrîner ê Sêrtê yê AK Partiyê jî behs kir ku wekî heta îro dê ji niha pê va jî canê xwe deynin meydanê û dijî PKK û hemû rêxistinên terorê yên din têkoşîn bikin û got ku "Dayikên Diyarbekirê we bi vê berxwedana pîroz Tirkiyeyê rakir piyan. We rûyê van ê rastîn nîşanî gelê me da. Ez ji vir wan şermezar dikim."

Erden got hêvî dikim ku malbat di demek kurt da bigihêjin ewladên xwe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE