Ji Dezgeha Otorêya Marmaraya Bakur ra 6,8 milyon lire ceza hat birîn

Ji Dezgeha Otorêya Marmaraya Bakur ra 6,8 milyon lire ceza hat birîn

Wezareta Gihandin û Binesaziyê daxuyand ji ber berfa ku di 24ê çileya paşîn da barî û qismeke Otorêya Marmaraya Bakur ji bo cê girtî ma ji şirketa Dezgeha Otorêya Marmaraya Bakur (KMO) ra 6,8 milyon lire ceza hat birîn.

Li gor agahiyên nûçegihana AAyê bi dest xist, li Stenbolê ji ber berfa ku di 24ê çileya paşîn da barîbû qismeke Otorêya Marmaraya Bakur 18 saetan girtî mabû, qezayên trafîkê çêbûbûn û tesîreke nebaş li ser rêwî û şofêran çêbûbû.

Wezareta Gihandin û Binesaziyê ji bo mexdûriyeta welatiyan ji holê rabe dest bi xebatan kir.

Ji ber ku Otorêya Marmaraya Bakur li devera Kinali-Yassioren (Qisma 1emîn), Yassioren-Odayerî (Qisma 2yemîn) û Habîpler-Hasdalê (Qisma 7emîn) 18 saetan girtî mabû wezaretê ji şirketa van karan bi rê va dibe ya Dezgeha Otorêya Marmaraya Bakur (KMO) ra 6 milyon û 795 hezar û 957 lire ceza birî.

Dezgeha Otorêya Marmaraya Bakur jî der barê mijarê da daxuyaniyek da.

Şirketê daxuyand ku beriya berfê tevdîr hatin dîtin, xoy li ser rêyan hat reşandin lê ji ber ku wek afatekê berf zêde barî li deverên Kinali-Yassioren (Qisma 1emîn), Yassioren-Odayerî (Qisma 2yemîn) û Habîpler-Hasdalê (Qisma 7emîn) rê hatin girtin, welatî li ser rê man.

Şirketê daxuyand ku pereyê derbasbûna rê yên şofêrên ku di 24ê çileya paşîn da ji ber berfê di rê da man û mexdûr bûn paşve hat dayîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE