Ji Diyanetê rapora "Sûriyeyê"

Serokatiya Karûbarên Diyanetê der barê Sûriyeyê da "Rapora Çiqlê Zeytûnê û Mertalê Feratê ya Sûriyeyê" ya ku tê da agahiyên li ser dîn, weşan, alîkariya mirovahiyê û xizmetên hatin kirin hene weşand.

Ji Diyanetê rapora "Sûriyeyê"

Serokatiya Karûbarên Diyanetê der barê Sûriyeyê da "Rapora Çiqlê Zeytûnê û Mertalê Feratê ya Sûriyeyê" ya ku tê da agahiyên li ser dîn, weşan, alîkariya mirovahiyê û xizmetên hatin kirin hene weşand.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştgiriya Menewî û Koçê ya Midûriyeta Giştî ya Xizmetên Dînî ya Serokatiya Karûbarên Diyanetê der barê xebatên li herêmên herekatên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê hatin kirin da rapor amade kir.

Di xebata bi sernavê "Rapora Xebatên Li Herêmên Çiqlê Zeytûnê û Mertalê Feratê (2017-2018)" da agahiyên avakirina mizgeft û qursên Quranê, têkoşîna dijî komên qaşo dînî yên tundrev, tesbît û wezîfedarkirin, kordîne û perwerdeya wezîfedarên dînî, xizmetên weşanê û xebatên alîkariya mirovahiyê hatin dayîn.

- Meala Qurana Pîroz a Kurdî hat belavkirin

Li herêmên Artêşa Tirkiyeyê ji terorê paqij kirin ji bo xizmeta dînî ya çalak û kêrhatî 2 alîkarên miftî, 4 miftiyên navçeyan û waîzek wekî kordînator hatin wezîfedarkirin. Rayedarên Serokatiya Karûbarên Diyanetê û Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê her tim herêm ziyaret kirin.

Ji bo 3 mizgeftên îhaleya wan di adarê hatibûn temamkirin û di remezanê da hatibûn vekirin ên li herêmên Erfrîn û Cindrêsê 321 hezar lire pere hat dayîn.

Di mulaqata ji bo bijartina wezîfedarên li herêmê wezîfeyê bikin da jî 102 kesan serî lê xist, ji wan 73 kesan dest bi wezîfeyê kirin. Li herêmê ji her yekî hezar heb elifbêtk, Qurana Pîroz, pirtûka siyarê û Qurana Pîroz a bi meala Kurdî hatin belavkirin. Wekî mayîn li sazî û xwendekaran amûrên perwerdeyê hatin belavkirin.

Li gor raporê, Serokatiya Karûbarên Diyanetê, Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê û saziyên alîkariya mirovahiyê bi hevkarî mizgeftên bi destê rêxistinên terorê hatine xirabkirin temîr û ava kirin.

Temîrata 108 mizgeftên li Cerablus, Ezaz, Bab, Raî, Mare, Tirkmenbareh, Îxtimlat û Atherînê hat temamkirin. Ji bo van xizmetan bi tevahî 10 milyon û 40 hezar lire pere hat xerckirin. Xebatên keşfa ji bo tesbîtkirina temîrata 160 mizgeftên li Sawran, Atherîn, Çobanbey, Mare û Ezazê jî hatin temamkirin. Hat tesbîtkirin ku tedîlata were kirin jî ew ê kêmzêde 5 milyon lireyî bigre.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 îlon 2018, 11:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE