Ji EGMyê der heqê Kongreya HDPyê da gilîdarî

Ji EGMyê der heqê Kongreya Asayî ya 4. a Rêxistina Parêzgeha Stenbolê ya HDPyê da gilîdarî

Ji EGMyê der heqê Kongreya HDPyê da gilîdarî

Serokatiya Daîreya Dijî Terorê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê (EGM) bi sedem ku di Kongreya Asayî ya 4. a Rêxistina Parêzgeha Stenbolê ya HDPyê da "serokê rêxistina terorê hat pesinandin û marşên rêxistinî hatin gotin", li cem Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê gilîdar bû.

Li gorî daxuyaniya EGMyê, Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê ji bo kongreya ku li Navenda Nimayişê ya Yahya Kemal Beyatli ya li Kuçukçekmeceyê hat lidarxistin, tedbîrên ewlekariyê sitandin.

Ewlekariyê tesbît kir ku di kongreyê da serokê rêxistina terorê hat pesinandin û marşên rêxistinî hatin gotin û lewma li cem Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê gilîdar bû.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE