Kesên ji 20 salî piçûktir di çarçoveya tevdîrên koronayê de nikarin derkevin derve. Kubranûra 13 salî ya ku li Kiziltepeya Mardinê dijî jî ji wan yek e. Rojbûna kubranurê bû û kubranur ji bo jê re pasteyekê bînin ji ekîba 112’yê alîkarî xwest. Keçika piçûk dema pasteya xwe li ber derî dît gelek kêfxweş bû.
Keçika biçûk ku nikarîbû ji malê derkeve ji bo pasteya rojbûnê ji ekîba 112’yê alîkarî xwest.
Kubranûra 13 salî ku li Kiziltepeya Mardinê dijî, ji bo rojbûna xwe pîroz bike ji ekîbê pasteyek xwest.
Piştî saetekê jî pasteya ku sîparîş dabû heta ber deriyê wê hat.
Kubranûra biçûk ji kêfan nizanîbû wê çi bike.
Kubranûrê ji bo hesasiyeta wan him spasî ekîba 112’yê, him jî spasî ekîba Wefayê kir.