Ji ekîban di erizeyên ceyranê da midaxeleya bi hespan

Ji ekîban di erizeyên ceyranê da midaxeleya bi hespan

Li rojhilatê Tirkiyeyê ekîbên erizeya ceyranê yên ku li deverên di bin berfê da, di sir û seqemê da xizmetê didin, ji bo ku welatî di dijwariya zivistanê da bêceyran nemînin, carinan bi hespan didin ser rêyên di bin berfê da û diçin erziyan temîr dikin.

AŞya Belavkirina Ceyranê Aras (Aras EDAŞ) ku li herêma rojhilatê welêt a ku zivistana wê pir dijwar derbas dibe, li Erzirom, Erzingan, Qers, Erdexan, Agirî, Bayburt û Îdirê xizmetê dide, di sir û seqema zivistanê da hewl dide ku hem vejena ji bo welatiyan û hem jî ya ji bo kargehan qut nebe.

Ekîbên Aras EDAŞê li bajarê Erziromê li hin ciyên ku wesayît ji ber berfê nikare biçe, pir bi zehmetî xwe bi wir ra digihînin. 

Ekîba ku erizeyên ceyranê temîr dike, li seranserî herêmê bi 750 personelî va xizmetê dide welatiyan.

Aras EDAŞ bi ekîbên kom bi kom va li deverên çolterê yên ku rêya wan ji ber berfê hatiye girtin an jî rêya wan qet tuneye, bi wesayîtên 4 kêş, 2 hesp, motoreke berfê û wesayîteke berfpêpeskirinê (snowtrack) va midaxeleyî erizeyan dikin.

Li Erziromê têkoşîna ekîban a temîrkirina ceyranê ya li çolterê, ji hêla ekîba Ajansa Anadoluyê bi droneê hat kişandin.

Midûrê Giştî yê Aras EDAŞê Fikret Akbaş ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, li erdnîgariya herî dijwar a Tirkiyeyê, ew hewl didin ku xizmeteke çêtir bidin welatiyan.

Akbaş bal kişand ku ew, peywireke girîng dimeşînin û wiha dewam kir, "Em hewl didin ku welatiyên me bêceyran nemînin. Ji bo vê jî em hevalên xwe perwerde dikin ku rê li astengên çêdibin bigirin. Hevalên me li 7 parêzgeh, 58 navçe û 4 hezar gund, mezre û taxan peywirê tînin cih. Hevalên me li gorî esasê 24 saetan dixebitin. Ez hemûyan pîroz dikim. Teqez dijwariyên xebata li deverên asê hene."

Akbaş wiha axivî:

"Em dixwazin li herêma me, çûyîna ceyranê bidin jibîrkirin. Di şertên giran ên zeviyê da ekîp jî ekîpman jî girîng e. Ekîbên me ji xwe perwerdeyên xwe didomînin, yek jî ekîpman jî girîng in. Veberhênanên me jî didomin. Binesaziya şebekeya me çiqas qewîn bibe, welatiyên me jî dê ewçend çûyîna ceyranê ji bîr bikin."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE