Mermerê vîşneyî bi rengê xwe û kalîteya xwe bala dinyayê dikşîne. mermerê ku li dinyayê tenê li navçeya alakacakayaya elezîzê derdikeve li hemû dinyayê belav dibe.
Emerîka, Çîn, Fransa, Erebistan û gelek welatên din..
Ji bo mermerê vîşneyî ketine dorê.
Mermerê ku tenê li Elezîzê dertê bi reng û kalîteya xwe balê dikşîne.
Ev mermerê hêja li Qesra Spî ya Emerîkayê, Mescîda Eqsa û Kabeya Pîroz jî hatiye bikaranîn.
Ji Alacakayayê salê nêzî 40 hezar ton mermerê wîşneyî tê firotin derwelêt.
Bi saya vê sektorê li navçeyê 700 kes dixebitin.
Ev yek jî ji bo aboriya bajêr karekî zahf girîng e.