Komek xwendekarên zanîngeha firatê, bi trênê ji Elezîzê çûn Meletiyê. Wan telebeyên YÎBO’ya Battalgaziyê ziyaret kir. Xwendekaran bi zarokan re lîstin û bi wan mijûl bûn.
Xwendekarên ku li Zanîngeha Firatê ya Elezîzê dixwînin di çarçoveya Roja Dildaran a Cîhanê de çalakiyek li dar xist.
Xwendekar bi trênê ji Elezîzê çûn Meletiyê û wan seriyek da YÎBO’ya Battalgaziyê.
Xwendekarên Elezîzî bi zarokên YÎBO’yê re sohbet kir û diyarî li wan belav kirin.
Dûv re bi zarokan re lîstikên cuda lîstin, têra dilê xwe kêf kirin.