Ji Eyda Qurbanê re hindik ma

Heywanfiroş ji bihayê qurbaniyan gilîdar in...

Ji Eyda Qurbanê re hindik ma

Ji Eyda Qurbanê re hindik ma. Li Agiriyê xwediyên heywanan berê xwe da mezat û bazaran. Heywanfiroş ji behayê qurbaniyan gilîdar in. Ew dibêjin "heywan li gorî par gelekî erzan bûne."

Devê eydê ye, pez û dewarê qurbanê hêdî hêdî tê mezatan.

Îsal ji ber hişkesaliyê çêre kêm bû,loma bihayê êm jî zêde bû.

Li Agiriyê heywanfiroş ji erzanbûna bihayê qurbaniyan gilîdar in.

Heywanfiroş dibêjin ku bihayê qurbaniyan li gorî par di navbera 500 û hezar lîreyî de daketiye.

Xwediyên pez û dewêr dixwazin qurbaniyên xwe bifroşin û heqê keda xwe derxin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE