Ji Fahrettîn Altun peyama biryardariya têkoşîna terorê

Ji Fahrettîn Altun peyama biryardariya têkoşîna terorê

 Serokê Rahihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun got, "Zarok jî tê da tu pîrozbahiyeke rêxistinên terorê yên xayîn tuneye. Em ê bereksê rêxistinên terorê li çar aliyê welatê xwe seba pêkanîna aştî û ewlehiyê bi hemû hêza xwe xebata xwe bidomînin."

Serokatiya Ragihandina Serokomariyê ji bo sala 7em a "Bûyerên 6-8ê Cotmehê" vîdeoyek amade kir û Altun ev vîdeo li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.

Altunê Serokê Ragihandina Serokomariyê di parvekirina xwe da wiha got, "Zarok jî tê da tu pîrozbahiyeke rêxistinên terorê yên xayîn tuneye. Em ê bereksê rêxistinên terorê li çar aliyê welatê xwe seba pêkanîna aştî û ewlehiyê bi hemû hêza xwe xebata xwe bidomînin."

Li ser bangewaziya Lijneya Rêvebirina Navendî ya HDPyê di 6-7ê Cotmeha 2014an da bi behaneya Aynularabê (Kobanî) bûyer derketin. Di vîdeoyê da qala van bûyeran tê kirin û Yasîn Boru û 3 hevalên wî yên ku li Diyarbekirê di Eyda Qurbanê da wextê goştê qurbanê bela dikin, tên kuştin. Yasîn û hevalên wî jî tên bibîranîn.

Di vîdeoyê da bûyerên 6-8ê Cotmehê wekî "Provokasyona xwînî ya HDPyê" tê pênasekirin û mînakên ku rêvebirên HDPyê bi daxuyaniyên xwe piştgiriyê didin PKK/PYD/YPGya rêxistina terorê jî cih digirin.

Di dawiya vîdeoyê da wiha hat gotin, "Komara Tirkiyeyê ji 2014an heta niha li derveyî sînorên me û li nav welêt bi dehan operasyonên eskerî yên serkeftî kirin û piştî van operasyonan rêxistinên terorê derbeyên mezin xwarin û li dijî van rêxistinên terorê têkoşîn bi biryardarî dewam dike. Ji Hekariyê heta Edirneyê şehîdên me yên ku li çar aliyê welêt seba aştî û ewlehiya me canê xwe feda kirine, em wan bi rehmet û minet bibîr tînim.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE