Ji Fasê hat û dersa Îngilîzî û Erebî dide zarokên muşî

Ghezlene, bi dilxwazî dersa Îngilîzî û Erebî dide zarokên muşî

Ji Fasê hat û dersa Îngilîzî û Erebî dide zarokên muşî

Xwendekara Zanîngehê Ghezlene Cherrajî, di çarçoveya bernameya erasmûsê de ji fasê hat Zanîngeha Mûş Alparslanê. Keça ciwan bi organîzasyona “komaleya zanînê ya ciwanan” niha li dibistanên navîn ên mûşê dersên erebî û ingilîzî dide zarokan.

Ghezlene Cherrajî, li Fasê xwendekara zanîngehê ye.

Di çarçoveya bernameya Erasmûsê de hat Zanîngeha Mûş Alparslanê.

Keça ciwan, bi organîzasyona Komaleya Zanînê ya Ciwanan, li dibistanên navîn ên Mûşê dersê dide.

Ghezlene, bi dilxwazî dersa İngilîzî û Erebî dide zarokan û gelekî kêfxweş e ku li Tirkiyê ye.

“Ez gelekî kêfxweş im ku li Tirkiyê, li Mûşê me. Heta salekê ez ê li vê derê bim. Ez dersên İngilîzî û Erebî didim zarokan, wan perwerde dikim û ji xwendekaran pir hez dikim.”

Midûrê Dibistana Navîn a Îmam Xetîbê Siracettin Koçlardan û xwendekar dibêjin, em ji mamsoteya xwe gelekî kêfxweş û memnûn in.

Dîroka nûkirinê: 13 Çile 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE