Ji gelek welatên cuda kelecana ji bo nimêja li Ayasofyayê

Mizgefta Ayasofyayê piştî ku biryara Şûraya Dewletê û bi îmzeya Serok Erdogan cardin ji bo îbadetê vebû, gelek kesên li welatên cuda dijîn jî seba ku li mizgeftê nimêj bikin, sebr û deyaxê nakin.

Ji gelek welatên cuda kelecana ji bo nimêja li Ayasofyayê

Mizgefta Ayasofyayê piştî ku biryara Şûraya Dewletê û bi îmzeya Serok Recep Tayyîp Erdogan cardin ji bo îbadetê vebû, gelek kesên li welatên cuda dijîn jî seba ku li mizgeftê nimêj bikin, sebr û deyaxê nakin.

Biryara ku Ayasofya wê cardin seba îbadetê vebe, bi qasî ku li Turkiyeyê kelecanî çêkir, li alema Îslamê jî bû sedema kelecanê.

Bedir Manîrê ku li Îngiltereyê dijî, ji bo ku li Mizgefta Ayasofyayê nimêj bike, ji Îngiltereyê hat Turkiyeyê.

Manîr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ji ber ku Ayasofya cardin seba îbadetê hat vekirin, ew kêfxweş bû û wiha axivî:

"Ez li Îngiltereyê dijîm. Piştî min ça bihîst ku wê ji îbadetê ra were vekirin, ji bo ku li Ayasofyayê nimêj bikim, min ji Turkiyeyê ra bilêt birî. Lê wê di 24ê mehê da vebe. Her wiha mîmariya hundirê wê jî wê were parastin. Bi vî hawî meriv dikare seba du tiştan jî ziyaret bike. Meriv dikare ziyaret bike, Misilman jî dikarin werin nimêj bikin."

Manîr diyar kir ku ew ê cardin vegere Îngiltereyê, lê wê di 24ê tîrmehê da cardin were Turkiyeyê û destnîşan kir ku ew ji bo ku di Ayasofyayê da nimêj bike, sebr û deyax nake.

Hebîbullah Elî Kuzeyê Efxanistanî jî got ku ew pir kêfxweş bû ku Ayasofya seba îbadetê hat vekirin û wiha dewam kir, "Em pir kêfxweş in, lewra di Ayasofyayê da cardin îbadet wê werin kirin. Em pir spasdarê Serok Recep Tayyîp Erdogan in. Ez pir dixwazim li Ayasofyayê nimêj bikim."

Malbata Alhuranî ya Urdunî jî ku bi zarok û dayika xwe va seba ziyaretê hatine Turkiyeyê, ji sibê heta êvarê Nîvgirava Dîrokî geriya û li pêşiya Ayasofyayê wêne da kişandin.

Wiam Alhuraniya dayik got, "Bi rastî jî em şa bûn ku Ayasofya wê cardin ji îbadetê ra were vekirin, kêfxweşiyeke mezin e."

Harnanda Agungê ku ji bo perwerdeyê hatiye Turkiyeyê jî got ku ew kelecanî ye ku Ayasofya seba îbadetê vedibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE