Ji Gelgiya "Jina herî bejindirêj a cîhanê" rekorên nû

Rumeysa Gelgiya "Jina herî bejindirêj a cîhanê" rekorên nû şikandin.

Ji Gelgiya "Jina herî bejindirêj a cîhanê" rekorên nû

Rumeysa Gelgî ku bi nasnava xwe ya "Jina herî bejindirêj a cîhanê" va ketibû Pirtûka Rekorên Guinnessê, di 3 qadên din da jî nasnav bi dest xistin.

Gelgiya 25 salî li mala xwe ya li Safranboluya navçeya Karabukê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku wê nêzî mehek berê nasnava "destmezina cîhanê", "pêçîmezina cîhanê" û "piştmezina cîhanê" bi dest xist.

Gelgiyê di sala 2021ê da jî nasnava "Jina herî bejindirêj a cîhanê" bi dest xist. Gelgiyê wiha xeberda, "Min serê salê seba van her sê nasnavan serlêdan kir. Me pêvajoyeke pîvanê derbas kir. Paşê rekorên min ên nû hatin pesendkirin."

Gelgiyê daxuyand ku destê wê yê rastê 24,93 santêm, pêçiya wê ya bejnbilind 11,2 santêm û pişta wê jî 59,9 santêm hat pîvan û ket Pirtûka Rekorên Guinnessê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE