Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo paqijkirina Gola Wanê xebat da destpêkirin û xebat bi paqijkirina heriya binê golê va dewam dike.
Di xebatên ku Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Hawirdorê 5 meh in didomînin da ji golê 24 hezar mêtrekûp herî û çartiqa binî hat derxistin.
Di xebatên ku wê di sê merhaleyan da werin kirin da tê plankirin ku ji binê golê 2 milyon û 780 hezar mêtrekûp herî û çartiqa binî were derxistin.
Serokê Daîreyê Serkan Başdînç daxuyand ku bi makîeyên kar va di qeraxên golê da xebat wê dewam bikin û wiha dewam kir, "Ji bo parastina ekosîstema Gola Wanê em di nav xebatekê da ne. Li navçeya Tuşbayê herî û çartiqa binê qeraxên Îskeleyê tên paqijkirin."
Başdînç ragihand ku di salên pêş da ew dixwazin heriya nav golê bi temamî paqij bikin.
AA