Ji Guvenê Serokê YSKyê daxuyaniya "ewlehiya hilbijartinê"

Serokê YSKyê Sadî Guven diyar kir ku ji bo Hilbijartina Rêvebiriyên Herêmî ya 31ê adarê hebû tevdîrên ewlehiyê hildan

Ji Guvenê Serokê YSKyê daxuyaniya "ewlehiya hilbijartinê"

Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Sadî Guven diyar kir ku ji bo Hilbijartina Rêvebiriyên Herêmî ya 31ê Adarê hebû tevîdrên ewlehiyê hildan.

Ji roja hilbijartinê ra 3 roj man û Guven der barê ewlehiya hilbijartinê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Guven diyar kir ku xala 79an a Qanûna Bingehîn wezîfeyê dide YSKyê ku hilbijartin bi pergal were kirin, di ewlehiya hilbijartinê da tişta herî girîng zabita bi îmzeya sandiqên lê rayan diavêjin e.

Guven diyar kir ku ji bo hilbijartinê hemû tevîdrên ewlehiyê hildan û wiha axivî: "Me ewlehiya fizîkî hilda lêbelê ya ji wê girîngtir jî ewlehiya hilbijartinê bi xwe ye û me tevdîrên wê jî hildan.

 "Li dinyayê cara ewil em dikin"

Guven bal kişand ku di hilbijartinê da pêşbaz jî yên hilbijartinê dikin jî partiyên siyasî ne, di nav 7 kesên li serê sandiqê da xêncî serok û endamê karmend 5 kes ji partiyên di hilbijartina parlamenteran da raya herî zêde sitandine tên bijartin.

Guven bi bîr xist ku ev kesan ew ê li ser sandiqê wezîfeyê bikin û wiha pê da çû:"Encama sandiqê ew ê bi destê wan were tesbîtkirin û pêşiyê ew ê bersivê bidin îtirazan. Em ê jî zabita ku wan îmze kiriye bi hemû partiyan ra parve bikin. Li Tirkiye û dinyayê cara ewil em vê dikin, wêneyên zabitan dikişînin ji hemû partiyên siyasî ra dişînin û kêmzêde di nav 10 rojên piştî hilbijartinê da jî li ser malpera me ya 'www.ysk.gov.tr'yê diweşînin. Me zehf hêsan kiriye. Welatî dikarin hemû zabit û encaman li ser înternetê hesab bikin û bibînin. Ev tiştekî zehf girîng e."

"Ev temînata me ne"

Guvend destnîşan kir ku di vê mijarê da hetanî îro ji ber rayên mukerer, rayên zêde hatine avêtin, hilbijêrên mikerer îtirazek nehatiye, jimartina rayan dîsa li ser sandiqê bi destê partiyên siyasî tê kirin.

Serok Guven got di heman demê da zabitan ji hermû partiyan ra dişînin û welatî jî dikarin encamê bibînin û wiha axivî: "Welatiyên me heke dixwazin sandiqên lê ray avêtine ên ji sala 2014an vir da bibînin dikarin 'www.ysk.gov.tr'yê ziyaret bikin û encaman bibînin. Dikarin piştî vê hilbijartinê jî têkevin malpera me û encamê bibînin. Temînata me ev e. Hetanî nika kesî ji bo encamên me weşandin îtiraz nekiriye."

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE