Serdanên piştevaniyê yên ji bo Dayikên Diyarbekirê ku dixwazin bigihêjin zarokên xwe û ji 3ê Îlonê vir va li ber avahiya Serokatiya Bajêr a HDPê nobeta xwe didomînin, dewam dike.
Endamên Platforma Îradeya Sivîl a Hatayê ku ji Saziyên Civakî yên Sivîl pêk tê hatin bajêr û Dayikên Diyarbekirê ziyaret kirin û piştgiriya xwe nîşan dan.
Li ser navê platformê Salih Bayar daxuyanî da û got ku ew piştgiriyê didin Dayikên Diyarbekirê û hêviya wan ew e dayik demildest bigihêjin zarokên xwe.
Bayar destnîşan kir ku di nav endamên wan da Xiristiyan, Elewî û Ereb jî hene û li ser navê hemû endaman plaketeke bi armanca piştevaniyê diyarî dayikan kir.
Ji Çarçibaşiya navçeya Trabzonê jî ji endamên Komeleya Mixtaran 23 mixtar hatin bajêr, bi malbatan ra hevdîtin kirin û şala Behra Reş diyarî wan kirin.
Li ser navê mixtaran Bayram Şahîn daxuyanî da û ragihand ku ew bi armanca piştevaniyê bidin Dayikên Diyarbekirê hatin bajêr û bi bîr xist ku nobet ev 61 roj in dewam dike.
AA