"Ji herêma lehiyê 1720 kes bo cihên ewle hatin texliyekirin"

Altunê Serokê Ragihandinê diyar kir ji herêma lehiyê 1720 kes texliyeyî cihên ewle kirine

"Ji herêma lehiyê 1720 kes bo cihên ewle hatin texliyekirin"

 Fahrettîn Altunê Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê diyar kir ku li Bartinê 323, li Kastamonuyê 925, li Sînopê jî 472 welatiyên di lehiyê da mahsûr man bi firoke û botan va texliyeyî herêmên ewledar kirin.

Altun di peyama xwe ya li ser Twitterê da serxweşî da eqrebeyên kesên di lehiyê da mirin.

Altun di peyama xwe da wiha got: "Dewleta me hewl dide ku birîna gelê me yê ezîz bipêçe. Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdoganê here herêma lehiyê. Serokomarê me li herêmê lêkolînê bike û rewşa dawîn ji nêz va bişopîne."

Altun destnîşan kir ku ji destpêka ewil pê va AFADê dest bi xebatan kir, wezîrên karên Derva, Hawirdor û Bajarvaniyê, Gihandin û Binesaziyê jî demildest derbasî herêmê bûn û tevlî xebatên lêgerînê bûn.

Altun destnîşan kir ku li Bartin, Kastamonu û Sînopê bi 5 hezar personelan va xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin û wiha pê da çû: "Me li Bartinê 323, li Kastamonuyê 925, li Sînopê jî 472 welatiyên di lehiyê da mehsûr man bi firoke û botan va texliyeyî herêmên ewledar kirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE