Ji hesinan maketan çêdike

Ji zarokatiya xwe û vir ve ji hesinên bermayî maketan çêdike...

Ji hesinan maketan çêdike

Cotkarê entabî, ji bermayiyên hesinan amûrên ji hev xweşiktir çêdike. Meraqa wî ji zarokatiyê dest pê kiriye, niha jî atolyeyeke wî ya hobiyê heye.

Evdilla Gorenê Belkîsiyî cotkariyê dike.

Lê hobiya wî ya herî mezin hesinkarî û çêkirina maketan e.

Ew ji zarokatiya xwe û vir ve ji hesinên ku ji çopan berhev dike maketên cur bi cur çêdike.

“Piştî ku ez zevicîm jî min got ez ji kurê xwe re pêlîstokeke cuda çêkim. Bi vê re hobiya min bû hunerek. Min tu perwerde wernegirt…. Ez van hesinan jî ji xurdefiroşên Belkîsê dikirim… Wekî ku hûn jî dibînin bi taybetî ez çekan çêdikim. Bi vê yekê ez dixwazim balê bikşînim ser zirara çekan. Ji xeynî wan di nav wan de gelek tiştên balkêş jî hene.”

Ji bo wî çêkirina van maketan kêf û şahiya herî mezin e.

Kengî bêhna wî teng dibe û hesinek bi dest wî dikeve diçe atolyeya xwe û bi seatan dixebite.

Dîroka nûkirinê: 17 îlon 2019, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE