Ji Heyva sor piştgiriya bo Iraqê

Li Mûsilê ji bo 700 malbatî melzemeyên xurek hatin belavkirin

Ji Heyva sor piştgiriya bo Iraqê

Heyva sor a Türkiyeyê li giştiyê Iraqê ji bo malbatên hewcedar alîkarî dike. heyva sor plan dike ku ji bo 4 hezar û 500 malbatî alîkarî bike.

Heyva Sor a Türkiyeyê li seranserê Iraqê ji bo malbatên hewcedar alîkarî dike.

Heta niha ji bo 3 hezar malbatî pakêtên xurek hatin belavkirin.

Û heyva Sor plan dike ku di Remezanê de li 15 herêmên Iraqê bi giştî ji bo 4 hezar û 500 malbatî alîkarî bike.

Herî dawî li Mûsilê ji bo 700 malbatî melzemeyên xurek hatin belavkirin.

Serkonsolosê Türkiyeyê yê Mûsilê MEHMET KÜÇÜKSAKALLI: "Serkonsolxaneya me wê di demeke nêz de li mûsilê bikeve xizmetê. bi vê yekê Türkiye wê bêhtir ji bo mûsilê alîkarî bike. gelê vir ji Türkiyeyê gelek hêvîdar e."

Gelê herêmê ji alîkariyên Türkiyeyê razî ye.

Heyva Sor wê fealiyetên xwe yên li wir bênavber bidomîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE