Ji Heyvasor alîkariyên meha remezanê

Li Agriyê li 6 hezar malbatî xwarina fitar û paşîvê belav dike

Ji Heyvasor alîkariyên meha remezanê

Heyvasor ji ber vîrûsa koronayê alîkariyên xwe yên li Agriyê jî zêde kirin. Komele îsal ji 6 hezar malbatî re fitar û alavên paşîvê belav dike. Di cejna remezanê de jî wê şekir belav bike.

Di meha pîroz Remezanê de alîkariyên saziyan zêde dibin.

Heyvasor jî ji wan komeleyan yek e û alîkariyê digêjîne hewcedaran.

Komele li Agriyê jî hejmara alîkariyên xwe zêde kir.

Heyvasor ji bo fitarê xwarin, ji bo paşîvê jî paketên xurekê belav dike.

Heyvasor ji bo Cejna Remezanê wê li malbatan şekirê eydê jî belav bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE