Ji ÎHHyê li Etiyopyayê bo êtîman alîkarî

ÎHHyê di çarçoveya Rojên Piştevaniya Êtîman a 2019an da li çend bajarên Etiyopyayê alîkarî dan zarokên êtîm

Ji ÎHHyê li Etiyopyayê bo êtîman alîkarî

Weqfa Alîkariya Însanî ya Maf û Azadiyên Merivan (ÎHH) di çarçoveya Rojên Piştevaniya Êtîman a 2019an da li çend bajarên Etiyopyayê bi zarokên êtîm ra bername li dar xistin.

Didarên ÎHHyê di çarçoveya Rojên Piştevaniya Êtîman da ku îsal cara 9emîn e tê organîzekirin, li başûrê Addis Ababaya paytext li bajarên Kofele û Adabayê li êtîman diyarî bela kirin. Qurbanên akîka û adakê yên ku xêrxwazên li Tirkiyeyê şandin, hatin şerjêkirin û li malbatên êtîman hat belakirin.

Alîkarê Serokê ÎHHyê Hasan Aynaci daxuyanî da û got ku ÎHHyê îsal bi Rojên Piştevaniya Êtîman ji 53 welatên cuda nêzî 100 hezar êtîm û malbatên wan ra qencî kirin. 

Aynaci diyar kir ku di çarçoveya bernameyan da wan li Etiyopyayê piştgirî da 6 hezar êtîman.

Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2019, 17:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE