Ji hêla Wezareta Karên Navxweyî "Operasyona Eren-2yê ya Liceyê" hat destpêkirin

116 tîmên operasyonel û 2 hezar û 24 personel ku ji komandoyên cendirme, tevgera taybet a cendirmeyê, tevgera taybet a polêsan û gundparêzan pêk tên, di operasyonê da beşdar in.

Ji hêla Wezareta Karên Navxweyî "Operasyona Eren-2yê ya Liceyê" hat destpêkirin

Wezareta Karên Navxweyî ragihand bi beşdariya 2 hezar û 24 personelan "Operasyona Eren-2yê ya Liceyê" dane destpêkirin. 

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, operasyonên Erenê ku hatibûn destpêkirin da ku rêxistina terorê PKK/KCK bi temamî ji rojeva welêt were derxistin û hemû terorîst werin berterefkirin, didomin.

Di vê çarçoveyê da bi beşdariya 116 tîmên operasyonel û 2 hezar û 24 personel ku ji komandoyên cendirme, tevgera taybet a cendirmeyê, tevgera taybet a polêsan û gundparêzan pêk tên, "Operasyona Eren-2yê ya Liceyê" hat destpêkirin.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku operasyonên Erenê ku 11ê Rêbendanê dest pê kirin, bi piştgiriya gel bi biryar û serkeftî didomin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE