Ji HUDA PARê bo AK Partiyê serdana piştevaniyê

HUDA PARa ku di hilbijartinê de namzêd nîşan neda biryar da ku di hilbijartinê de piştevaniya Namzêdê AK Partiyê yê Serokayetiya Şaredariya Kahtayê Engîn Akel bike.

Ji HUDA PARê bo AK Partiyê serdana piştevaniyê

Teşkîlata navçeya Kahtayê ya Partiya Doza Azad (HUDA PAR)ê bi mebesta piştevaniyê serdana buroya hilbijartinê ya AK Partiyê kir. 

HUDA PARa ku di hilbijartinê de namzêd nîşan neda biryar da ku di hilbijartinê de piştevaniya Namzêdê AK Partiyê yê Serokayetiya Şaredariya Kahtayê Engîn Akel bike.

Serokê Navçeya Kahtayê yê HUDA PARê Bedir Elçî û hejmarek partiyî çûn navenda kordînasyona hilbijartinê ya Akel û piştevaniya xwe anîn ziman.

Akel jî kêfxweşiya xwe ji serdanê anî ziman û got ku HUDA PARê di 15ê Temmûzê de jî ew bi tenê nehiştine û meydan ji derbekaran re xwendine. 

Akel Herwiha ji bo piştevaniya wê spasiya HUDA PARê kir.AA

Dîroka nûkirinê: 20 Adar 2019, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE