Ji İHHê bo piştgiriya Azerbaycanê konvoy

İHHê ji bo piştgiriya Azerbaycanê konvoy çêkir, li nav bajêr tûr avêt

Ji İHHê bo piştgiriya Azerbaycanê konvoy

Ermenîstanê bi salan e axên azerbaycanê dagir kiriye. Niha jî êrîşan dibe ser xelkê sivîl. Ji bo piştevaniya azerbaycanê bi pêşengiya weqfa alîkariya mirovî ihh’ê li İstanbul û bajarên din, ji bo piştevaniya azerbaycanê bi wesaîtan konvoy hate çêkirin.

Azerbaycan ev 9 roj in li qerebaxê şerê azadiyê dike.

Lê Ermenîstan êrîşan dibe ser xelkê sivîl.

Turkiye xelkê Azerbaycanê têne nahêle. Weqfa alîkariya mirovî ÎHHê li Stenbolê ji bo piştevaniya Azerbaycanê çalakiyek saz kir.

Bi beşdariya dilxwazan bi wesaîtan konvoy hate çêkirin.

Sekreterê Giştî yê İHHê Durmuş Yılmaz : “ Ji bo piştgiriya xwe ji Azerbeycanê re nîşan bidin li Stenbol û bajarên din tîmên dilxwaz yên Off Rode, motorsiklet û erebeyan tevlî çalakiyê dibin. Em dixwazin doza Azerbeycanê ya mafdar ji dinyayê re ragihînin.”

Konvoy ji Fatihê bi rê ket, ji Taksîm û Mecidiyeköy û Beşiktaşê derbas bû, li nava bajêr tûr avêt.

Xelk jî bi wesaîtên xwe tevli konvoyê bûn.

Konvoya piştevaniya Azerbaycanê dîsa hate Fatihê û tura xwe temam kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE