Ji jinên Hakkariyê piştgiriya ji bo dayikên Diyarbekirê

Ji jinên Hakkariyê piştgiriya ji bo dayikên Diyarbekirê

Li Hakkarijinên ji bo ku piştgiriyê bidin dayikên Diyarbekirê yên ji bo zarokên xwe yên revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobeda ewladê dikin bi alayên Tirkan va meşiyan û PKKya rêxistina terorê lenet kirin.

Jinên ku li ber derê otêleke li navenda bajêr hatin bal hev dirûşmeyên wekî "Dayik li vir in, xaîn li ku ne", "Em hemû dayik in têra PKKyê dikin" û "Tirk û Kurd bira ne PKK qeleş e" berz kirin û heta kolana ku avahiya HDPyê lê ye meşiyan.

Elmas Adiyamana gundparêz li vir li ser navê komê daxuyanî da û got ku bi meşa xwe va piştgirî dan dayikên Diyarbekirê.

Elmasê diyar kir Tirk, Kurd, Laz û Çerkez ji kîjan miletî dibe bila bibe ji bo ku piştgiriyê bidin berxwedana dayikan da destpêkirin û dijî qetlîamên rêxistina terorê ya dabeşkar a xaîn dengê xwe bilind bikin wek dayik û jinên Hakkariyê hatin bal hev.

Jinan bi têlefonê bidîmen bi dayikên Diyarbekirê yên ji bo serê çiyê revandina zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin ra axivîn û dawî li meşa xwe anîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE