Ji Kalin bo xelata Nobelê bangewazî

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin ji bo ku Xelata Wêjeyê ya Nobelê nedin nivîskar ê Awistiryayî Peter Handkeyê sûcên şer ên Sirpan diparêze û qirkirina Srebrenitsayê înkar dike bang kir.

Kalin di parvekirina xwe ya ji ser hesabê xwe yê Twîtterê da bi bîr xist ku roja dûşemê wê Xelata Wêjeyê ya Nobelê bidin nivîskar Peter Handkeyê alîgirê lîderê Sirp ê berê Slobodan Mîlosevîç e û qirkirina Srebrenitsayê înkar dike.

Di peyama xwe da Kaling got: "Divê dev ji vê biryara dijî aqil û şermezariyê bê berdan. NobelPrize çawa dikare xelatê bide yekî ku wîcdana wî tuneye? Ji bo ku qirqirinên nû bên kirin vê yekê dike?"

Dîroka nûkirinê: 07 Kanûn 2019, 13:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE