Ji Kalin daxuyaniya tetîla Eyda Qurbanê

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin eşkere kir ku dê tetîla Eyda Qurbanê 9 roj be.

Ji Kalin daxuyaniya tetîla Eyda Qurbanê

Kalin dema ku li Kuliyeya Serokomariyê Civîna Kabîneya Serokomariyê ya ku bi serokatiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dewam dikir bersiva pirsên rojnamevanan da.

Berdevkê Serokomariyê Kalin got ku "Serokomar Erdogan dê roja înê bernameya îcraetê ya 100 rojî bi welatiyan re parve bike."

Kalin got "Plana Stratejîk a heyama 2019-2023 dê heta dawiya Sermawezê bê amadekirin." û axaftina xwe wiha dewam kir:

"Kordînasyona ku van demên dawîn di nav yekîneyên me yên ewlehiyê de hat pêkanîn li sehayê jî encamên berbiçav dide."

Berdevk Kalin got "Têkoşîna me ya çalak a dijî rêxistinê terorê yên çavkaniya wan Sûriye ye dê bi biryardarî bidome."

- Tetîla Eyda Qurbanê dê 9 roj be

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin eşkere kir ku dê tetîla Eyda Qurbanê 9 roj be.

- "Nayê qebûlkirin ku Amerîka zimanekî tehdîtkar bi kar bîne"

Kalin got ku "Amerîka mijareke edlî ya ku li Tirkiyeyê dewam dike hincet nîşan dide û zimanekî tehdîtkar bi kar tîne û ev yek tu carî nayê qebûlkirin."

Îbrahîm Kalin wiha axivî: "Tirkiye welatekî wisa nîne ku bi hêsanî bê bêqîmetkirin, divê her kes vê bizane, F-35 dibe mijarên din dibe, Tirkiye jî bêalternatîf nîne."

- "Di mijara Brunson de divê her kes hember pêvajoya darazê rêz bigire"

Serokomariyê Kalin got "Divê her kes hember pêvajoya darazê ya ku der barê mijara Keşîş Brunson de dewam dike rêz bigire."

Kalin got ku "Plana Minbîcê wekî ku hatibû tesewirkirin didome. Teqwîmeke wê, hêmanên diyar hene. Ev yek bi yek tên tetbîqkirin." û der barê tehdîda mueyîdeyê ya Amerîkayê de wiha axivî: "Hêviya me ew bû ev rageşî tesîreke neyinî ser plana me ya Minbîcê neke, me di vê warê de pêngavek nedît."

- Eskeriya bibedêl

Berdevkê Serokomariyê Kalin der barê verastkirina der heqê eskeriya bibedêl de agahiya "Tê payîn ku di nav çend rojên pêşiya me de Serokomarê me îmze bike." parve kir.

Kalin der barê hevdîtina Erdogan û Bahçelî de got ku "Rewşeke bi koda derasayî yan jî acîl tune, em ê car carna hemû bi hev re bibin şahidê hevdîtinên wiha."

 


AA

Dîroka nûkirinê: 01 Tebax 2018, 09:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE