Ji kar derxistin qasî 2 mehan hat taloqkirin

Li gor biryara bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va di Rojnameya Fermî da hat weşandin bendên yekemîn û duyemîn ên xala 10emîn a berwext Qanûna Kar a bi jimara 4857an ku rê li ber derxistina karkeran digirt ji 17ê Adara 2020î dest pê dikir qasî 2 mehên din jî hat dirêjkirin.

Ji kar derxistin qasî 2 mehan hat taloqkirin

i Biryara Serokomar û gorî Qanûna Kar va xwediyê kar xebatkarê xwe ji 17ê Adarê pê va heta du mehên din jî wê nikaribe ji kar derxe lewra qewlê ji kar derxistinê hat taloqkirin.

Li gor biryara bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va di Rojnameya Fermî da hat weşandin bendên yekemîn û duyemîn ên xala 10emîn a berwext Qanûna Kar a bi jimara 4857an ku rê li ber derxistina karkeran digirt ji 17ê Adara 2020î dest pê dikir qasî 2 mehên din jî hat dirêjkirin.

Xala berwext di 16ê Nîsana 2020î da li Qanûna Kar hatibû zêdekirin û li gor wê jî peymana kar û xizmetê ya karker qediyabe, xebatkar rê û rêgezên ehlaqê binpê kiribe û yan jî cihê kar hatibe girtin ne tê da xwediyê kar nikare xebatkarê xwe qasî sê mehan ji kar derxe û ev yek hatibû qedexekirin.

Bi Biryara Serokomar va ev qewl ji 17ê Adarê pê va qasî 2 mehên din jî hat dirêjkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE