Ji keleha dîrokî zinar qetıyan

Ji ber talûkeyê 15 mal hatin valakirin

Ji keleha dîrokî zinar qetıyan

Li navçeya Çêrmûga Diyarbekirê ji ber barana zêde ji Kelheya dîrokî du zinarên mezin qetiyan. Piştî bûyerê ji ber talûkeyê 15 mal hatin valakirin. Şaredariyê tevdîrên berfireh girtin, ji bo zinarên 400 ton nekevin ser xaniyan AFAD wê keviran perçe bike.

Gelê navçeya Çêrmûga Amedê telûkeyek mezin derbas kir.

Li keleha dîrokî ji ber barana gur derz li zinaran ketin û êvarê perçeyên zinaran hatin xwarê.

Welatiyan tevî zar û zêçên xwe ji tirsa malên xwe vala kirin.

Kevirên ku her yek ji wan nêzî 400 ton e, ketin cihê xebatên parkê.

Tîmên şaredariyê û Afadê li cihê bûyerê lêkolîn kirin û tevdîrên berfireh girtin.

15 Mal ji ber talûkeyê hatin tahliyekirin. Ji bo rakirina zinaran xebat dest pê kir.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE