Li ber destên kesî hîn nebû. Murat Bahçeçi bi salan e bi îmkanên xwe peyker û bîbloyên text çêdike.
Kokên daran ên ku ji derdora çem dide hev, wan teraş dike û dineqşîne; van amûrên ji hev xweşiktir çêdike.
Murat Bahçeçiyê 43 salî di şaredariya Paluyê de zabita ye.
Lê hobiya wî ya herî mezin teraşkirina textan e.
Ev 10 sal in ji van textên taybet biblo, pêlîstok û peykerên ji hev xweşiktir çêdike.
Xeyala wî ya herî mezin jî ev e ku kursek veke û vê zineatê hînî nas û dostên xwe jî bike.
Bahçeçi wextên xwe yên herî xweş li vê atolyeye, ligel malbata xwe derbas dike.