Ji Konfederasyona Gundparêz û Malbatên Şehîdan a Anadoluyê bo dayikên Diyarbekirê piştgirî

Ji Konfederasyona Gundparêz û Malbatên Şehîdan a Anadoluyê bo dayikên Diyarbekirê piştgirî

Serokê Giştî yê Konfederasyona Gundparêz û Malbatên Şehîdan a Anadoluyê Ziya Sozen bi daxuyaniya çapemeniyê va ragihand ku ew piştgiriyê didin dayikên Diyarbekirê.


Sozen li Komeleya Malbatên Şehîdan, Xazî û Mafên Mirovan a Bîngolê daxuyanî da, qala danîna çelenga reş kir ku li ser navê malbatên çalakiya rûniştinê dikin, bi destê sê bavan bo pêşiya Navenda Giştî ya HDPyê hat danîn û bal kişand ku berteka bavan bertekeke rewa ye.

Sozen wiha got, "Em piştgiriyê didin vê têkoşîna pîroz a dayikên Diyarbekirê. Em ê timî li cem wan bin. Ji ber gotin û kirinên wan, em parlamenterên HDPyî yên li wir, şermezar dikin."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE