Ji Konyayê alîkarî şand Hakkariyê

Waliyê berê yê Hakkariyê alîkariya hunermend û xwendekaran kir...

Ji Konyayê alîkarî şand Hakkariyê

Waliyê berê yê HekariCüneyit Orhan Toprak ku niha waliyê Konyayê ye, ji bo sed û 11 hunermendên “koma rengê hekariyê” û ji bo xwendekarên li gundan alîkarî şand. Di alîkariyê de ji bo hunermendendan kostum, cil û berg, ji bo xwendekaran jî 410 cot sol şandin.

Waliyê berê yê Hekkariyê Cüneyit Orhan Toprak, hê Jî piştgiriyê dide bajarê xwe yê berê.

Walî Toprakê ku piştî Hekariyê tayîna wî derket Konyayê, ji bo hunermendên “Koma Rengê Hekkarî” û xwendekarên li gundan alîkarî şand.

Di pakêtên alîkariyê de ji bo 111 hunermendan cil û berg û kostum, ji bo xwendekaran jî 410 cot pêlav hebûn.

Alîkariya ji bo xwendekaran jî piştî çend rojan bi destê hundermendên komê, li gundan wê bên belavkirin.

Dîroka nûkirinê: 04 Nîsan 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE