Ji kuçe û kolanên Diyarbekirê bo aşîbûnê bi Kurdî û Tirkî bangewazî tê kirin

Ji kuçe û kolanên Diyarbekirê bo aşîbûnê bi Kurdî û Tirkî bangewazî tê kirin

Li Diyarbekirê Seroka Navçeya Yenîşehirê ya AK Partiyê Nupelda Kaya di çarçoveya têkoşîna li dijî şewba Kovîd-19ê da bi armanca welatiyan ji bo aşîbûnê qanî bike megafon hildaye dest xwe di nav kuçe û kolanan da digere û bi Kurdî û Tirkî bangewaziya aşîbûnê dike.

Li bajêr ji bo jêbexşbûna civakê xebatên aşîkirinê dewam dikin lê ekîbên tenduristiyê ji bo welatiyên ku dora wan a aşîbûnê hatiye û naçin li xwe naxin, qanî bikin gelekî hewl didin.

Ekîbên tenduristiyê tevlî nexweşxaneyên li bajêr û navendên sihetê yên malbatê gelek deveran jî kon vegirtine û welatiyan aşî dikin û hin caran jî diçin ber piyê welatiyan û wan li malên wan aşî dikin.

Lê digel van hewl û xebatan rêjeya aşîbûna li bajêr di asta tê payîn da nîne û li ser vê jî Seroka Navçeya Yenîşehirê ya AK Partiyê Nupelda Kayayê jî dest bi xebatê kir.

Kaya tevlî alîkarên xwe û endamên baskên jinan ên partiyê ra derket li taxên navendî yên navçeyê geriya û ji bo welatî aşî bibin bi Kurdî û Tirkî bangewazî kir.

Kayayê di kuçe, kolan, qehwexane, parq û welatiyên li şaneşîn û paceyên malê xwe da bûn ra sohbet kir û ji bo aşî bibin hewl da wan qanî bike.

Kayayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li navenda bajêr û navçeyên wê rêjeya aşîbûnê gelekî kêm e û wiha domand: "Ji ber vê yekê jî me ev kêmasî bo xwe wek barek hesiband û megafon hilda destê xwe bi kuçe û kolanan ketin û ji bo aşîbûnê bangewazî dikin. Em ji hembajariyên xwe dixwazin ku bila bizanibin aşîbûn parastina herî xurt e. Em jî di mijara têkoşîna li hemberî şewba Kovîd-19ê da ji welatiyan dixwazin ku bila aşî bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE