Ji kundir kompereyan çêdike

Esnafê ciwan her meh kompereya xwe dişkîne û ji bo xêrê xerc dike.

Ji kundir kompereyan çêdike

Esnafekî Şırnakî ji cureyekî taybet ê kundir, kompereyan çêdike û pereyên ku di wir de kom dike jî ji bo xêrê xerc dike. Esnaf hakan gokçe heta niha çend caran kêmasiyên mizgeftê temam kirine.

Hakan Gokçe li bazara fêkî û sebzeyan a Bêşebabê esnaf e.

Rojê gelek pereyên hûr dikevin destê wî.

Ew jî wan ji bo xêrê, di kompereya ku bi xwe çêkiriye de berhev dike.

Esnafê ciwan her meh, kundirê ku bi xwe çêkiriye dişkîne û pereyên tê de ji bo xêrê xerc dike.

Herî dawî di kompereyê de 715 lîre gihandiye hev.

Dixwaze wan ji bo kêmasiyên mizgeftê xerc bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE