Ji Kuweytê daxuyaniya "Krîza Korfezê wê li paş bimîne"

Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Kuweytê Xalid el-Carallah diyar kir ku krîza Korfezê wê di demek nêz da çareser bibe û li paş bimîne.

Ji Kuweytê daxuyaniya "Krîza Korfezê wê li paş bimîne"

Li gor nûçeya KUNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Kuweytê, Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Kuweytê Xalid el-Carallah li Balyozxaneya Qeterê ya li Kuweytê beşdarî çalakiyekê bû û li wê derê ji rojnamegeran ra diyar kir, hewl tê dayîn ku lihevkirin çêbe û encama hewildanan erênî ye.

Carallah diyar kir, ji bo çareserî here pêş û lihevkirin çêbe atmosfereke erênî çêbû û wiha dewam kir, "Em hêvîdar in ku lihevnekirin di demeke nêz da bibe dîrok û li paş bimîne."

Îro li Riyada paytextê Erebistana Siûdî Konseya Tevkariya Korfezê dest pê dike û tê gotin ku di civîna pêşengan da dibe ku ev krîz bi dawî bibe.

Ji bo krîzê sînyalên çareseriyê

Di krîza navbera Qeter û hin welatên Ereb da di dema dawîn da sînyalên çareseriyê balê dikşîne.

Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Kuweytê Ehmed Nasir es-Sabah di 5ê mijdarê da daxuyanî dabû û gotibû ku di demeke nêz da ew ji bo çareseriyê hêvîdar in û welatê wî jî wê navbeynkariya xwe bidomîne.

Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî jî di 5ê mijdarê da gotibû ku seba çareserkirina krîza Korfezê welatê wî ji diyalogê ra amade ye.

Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Ebdulezîz jî di 3yê berfanbarê da Mîrê Qeterê Şêx Temîm dewetî Riyadê kiribû ku beşdarî cîvîna pêşengên Konseya Tevkariya Korfezê bibe.

Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE), Behreyn û Misrê di 5ê hezîrana 2017an da bi Qeterê ra hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk birîbûn û dorpêça aborî pêk anîbûn û ev yek jî li herêma Kendavê bibû sedema qeyranê.AA

Dîroka nûkirinê: 12 Kanûn 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE