Li Sêrtê hin zarokan bi derfetên xwe, ji lastikên wesaîdan sehayek çêkir. Pişt re li wir bi hev re voleybol lîstin. Lê zarok dibêjin em ji rêvebiran dixwazin ku bila ji me re sehayeke xweşik çêbikin.
Ev der bajarê Sêrtê ye.
Ji derdorê lastikên wesaîdan yek bi yek kom kirine.
Pişt re li gorî xwe sehayeke voleybolê çêkirine.
Lê derdora wan hemû sinc û giha ye.
Sahaya wan ne ciheke ewle be jî ew wextên xwe bi vî awayî derbas dikin.
Di vê sahayê de voleybolê dilîzin.
Zarok û xizmên wan dibêjin bila rêvebir ji me re sehayeke voleybolê çêbikin.