Ji madenên çop hilberînê dikin

Di salekê de ji bermayiyan wê 320 hezar ton olîvîn bê derxistin

Ji madenên çop hilberînê dikin

Ji kanzayên kromê bi tonan bermayî derdikevin. Li Elazîzê ji bo bikaranîna van madenan tesîsek hat avakirin. Bi saya vê tesîsê bermayî wê di 7 salan de bên paqijkirin.

Madenên biqîmet piştî pêvajoyeke zor û zehmet derdikevin.

Ligel vê yekê li kanayan bi tonan bermayî dimînin.

Li Elazîzê, di kanzaya kromê de nêzî 850 hezar ton bermayî heye.

Lê êdî ev bermayî piştî pêvajoya kîmyewî wê ji nû ve bê bikaranîn.

Li gorî planan wê ji van bermayiyan salê 320 hezar ton madena olîvînê bê derxistin.

Ev maden jî di çêkirina hesin, pola, kevirê payerêyan û tuxlayan de tê bikaranîn.

Bi saya vê projeyê, xwezaya herêmê wê di 7 salan de ji madenên bermayî bi temamî bê paqijkirin.

Dîroka nûkirinê: 06 Çile 2019, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE