Ji Mazlumderê “xelatên mafê mirovan”

Koordînatorê TRT Kurdiyê Mustafa Ekici xelata medyayê wergirt...

Ji Mazlumderê “xelatên mafê mirovan”

Saziya Civakî ya Sivîl Mazlumderê xelatên mafê mirovan da. Di 5 kategoriyan de sazî, komele û kesên ku piştevaniya mafên mirovan dikin hatin xelatkirin. Koordînatorê trt kurdimustafa ekici jî xelata medyayê wergirt.

Saziya Civakî Mazludera ku di sala 1991an de hat avakirin ji bo balê bikişîne xebatên li ser mafên mirovan şevek li dar xist.

Her sal di warê mafên mirovan de sazî, komele û şexsiyetên ku piştgiriyê didin xelat dike.

Serokê Giştî yê Mazlumderê Ramazan Beyhan: Em xelatên xwe didin kesên ku di warê mafên mirovan de bênavber têdikoşin.

Parlamenterê İstanbulê yê AK Partiyê Hasan Turan: Kesên mafdar û xwedîhêz bi tenê namînin. Lê ya muhîm ew e hewce ye kesên hatine ku mexdûrkirin, yên bêhez û yên ku tu kes li pişt wan tune ne bên parastin. Hewce ye xwedî li kesên bêhez were derketin û piştevaniya wan bê kirin.”

İsal di 5 kategoriyan de xelatên mafên mirovan hatin dayîn.

Beriya xelatdayînê Quran hat xwendin dûvre xelat hatin belavkirin.

Di kategoriya Medyayê de Koordinatörê TRTKurdiyê Mustafa Ekici xelat wergirt.

Midurê Nûçeyan Gülabî Eryaman li ser navê Mustafa Ekici xelat stand.

Rojnameger Yildiray Ôğur, Weqfa Vahdetê, Nivîskar Ahmet Mercan, Komeleya İlkeyê û listîkvan Turgay Tanülkü xelatên mafên mirovan wergirtin.

Rojnameger Yildiray Oğur: Gotineke Mazlumderê heye ku dibêje “nasnameya mazluman nayê pirsîn”. Ev gotin dikare gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike. Hêviya min ew e ku ji hemû siyaset û civaka Tirkiyeyê re bibe rêber. Min cara ewil xelatek wergirt. Ji ber ku min ev xelat bi kanala TRTKurdiyê re stand ez serbilind im.

Ji bo piştgiriya mexdurên 28ê Sibatê li qadê kermes hat vekirin.

Koma Yürüyüşê bi stranên xwe tevlî şeva xelatên mafê mirovan bû.

Dîroka nûkirinê: 10 Kanûn 2018, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE