Li gor giştînameya ku Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) ji bo sala perwerdeyê ya 2020-2021î ji 81 bajaran ra şand dibistan dê 31ê tebaxa2020an vebin, di 18ê hezîrana 2021î da bên girtin.
MEBê teqwîma xebatê ya Sala Perwerdeyê ya 2020-2021î bi giştînameya ku ji 81 bajaran ra şand ragihand.
Li gor vê heyama yekemîn a sala perwerdeyê dê di 31ê tebaxa 2020an roja duşemê dest pê bike. Ji bo xwendekarên pêş dibistanê û xwendekarên dê dest bi pola yekemîn bikin di navbera 31ê tebaxê û 4ê îlonê da dê perwerdeyên oryantasyonê bên kirin.
Tetîla navber a heyama yekemîn dê di 16-20ê sermaweza 2020an da tetîla nîvê salê 25ê kanûna paşîn -5ê sibata 2021î da, tetîla navber a heyama duyemîn dê di 12-16ê nîsana 2021î da bê kirin.
Heyama duyemîn jî dê 8ê sibata 2021î roja duşemê dest pê bike. Tetîla navber a heyama duyemîn dê di 12-16ê nîsana 2021î da bê kirin û sala perwerdeyê dê 18ê hezîrana 2021î roja înê biqede.
Sala perwerdeyê ya 2021-2022yan jî dê di 6ê îlona 2021î roja duşemê dest pê bike.
AA