"Ji mecbûrî divê em cardin tevdîrên ji bona vîrusa koronayê zêde bikin"

Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê tevdîrên ji bona vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da got ku ji mecbûrî divê em cardin tevdîran zêde bikin.

"Ji mecbûrî divê em cardin tevdîrên ji bona vîrusa koronayê zêde bikin"

Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê tevdîrên ji bona vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da got ku ji mecbûrî divê em cardin tevdîran zêde bikin.

Erdogan nimêja înê li Mizgefta Hezretî Elî kir û peyra daxuyanî da rojnamevanan.

Serokomar Erdogan der barê tevdîrên ji bona Kovîd-19ê da got ku ji mecbûrî divê em cardin tevdîran zêde bikin.

Erdogan destnîşan kir tevdîrên ji bona Kovîd-19ê ji ber kêfa xwe hilnadin û got ku ev ji ber hesasiyeta me ya li ser gelê me ye.

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê xebatên li ser aşiya vîrusa koronayê ya nû da got ku li gor texmîna me piştî sersalê wê hin geşedanên erênî çêbin.

Erdogan ji ber pirsa li ser rewşa li Lîbyayê da got ku Hefterê derbekar dawiya dawî wê di vî karî da têk biçe, ev tê dîtin.

Serokomar Erdogan ji bona hevdîtina bi Kiryakos Mîçotakîsê Serokwezîrê Yewnanistanê ra wiha got: "Di mijara hevdîtina bi Mîçotakîs ra pirsgirêka me tuneye. Em ê li ser çi biaxivin û çarçove çi ye, ya girîng ev e."

Erdogan li ser pirsa der barê xebatên keştiya Oruç Reîsê da diyar kir piştî xebatên temîrkirin û paqijiyê wê keştiya Oruç Reîsê cardin vegere ser wezîfeya xwe û got ku heger me ji bona temîr û paqijiyê keştiya Oruç Reîsê anîbe bendergehê meneyeke wê heye.

Serokomar Erdogan di berdewamiyê da wiha axivî: "Hevdîtinên îstixbarî yên bi Misrê ra cuda ne, em dikarin bikin, tu pirsgirêk tuneye, lê em ji ber peymana bi Yewnanistanê ra çêkirin xemgîn bûn."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE