Wezareta Spor û Ciwaniyê jı bo zarok û ciwanan projeya “ji medyayê werin meydanê” dabû destpêkirin. Midûriyeta Giştî ya Xizmetên Ciwaniyê ya Sêrtê jî, zarok û ciwan lı eywana sporê civandin û lîstikên cuda bi wan dan lîstin.
Telefonên xwe dan aliyekî û bi têra xwe lîstin.
Di nav lîstikan de tenîs, badminton, satranc û gelekên din hebûn.
Midûriyeta Giştî ya Xizmetên Ciwaniyê ya Sêrtê bi projeya “Ji Medyayê Werin Meydanê” zarok û ciwan li salona sporê civandin.
Armanca projeyê ew e ku zarok wexta xwe bi telefon û kompîtirê xerc nekin û zêdetir bi hev re bilîzin.
Di dawiya bernameyê de ciwanan govend jî gerand.