Ji Memur-Senê bo malbatên Diyarbekirê serdana piştevaniyê

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 529an da dewam dike.

Ji Memur-Senê bo malbatên Diyarbekirê serdana piştevaniyê

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 529an da dewam dike.

Seroka Komîsyona Jinan a Meur-Senê Sidika Aydin û jinên endamên sendîkayê yên tevlî wê dayikên di nobetê da ne ziyaret kirin. Aydinê wek diyarî meles da dayikan û poşî jî da bavên bo ewladên xwe nobetê didomînin.

Malbatên nobeta xwe didomînin bertek nîşanî PKKya rêxistina terorê û HDPê dan û gotin ku heta ew negihîjin zarokên xwe dev ji çalakiya xwe bernadin. Aydin û kesên pê ra bûn qasî demekê li cem dayikan rûniştin û hinek jin jî giriyan. Dayikên bertek nîşanî HDPê dan jî kilam avêtin ser ewladên xwe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE