"Ji merivan ra jî pêşniyaza min ew e ku bila daran daynin"

Kalikê Ziyayê ku girava di nav Gola Bendava Kebanê da bi daran xemilandiye gelekî li ber şewatên daristana dikeve

"Ji merivan ra jî pêşniyaza min ew e ku bila daran daynin"

Ziya Abayê Tunceliyî ku ji bo xatirê xanima xwe ya 25 sal berê wefat kiriye girava di nav Gola Bendava Kebanê da bi darên fêkiyan şên kiriye pir li ber şewatên daristanan ên li gelek deverên Tirkiyeyê hene dikeve.

Abayê ku li gundê Çakirbahçeya ser navçeya Pertekê hatibû dinyayê li Elezîzê bi salan li cem apê xwe bazirganî kir û paşê bi malbatî koçî Eskîşehirê kir.

Aba debara xwe li Eskîşehirê bi dikana antîkayê ku vekiribû va dikir, zarokên xwe da xwendin û di sala 1995an da piştî ku xanima wî di qezaya trafîkê da can da vegeriya bajarê xwe Tunceliyê.

Abay bi kodê dema li ser Gola Bendava Kebanê digeriya rastî giravê hat û li wê derê ji xwe ra bi cî bû û ji bo xêr û xatirê xanima xwe darên fêkiya li giravê danî û her ku çû jimara darên diçikand zêde bû û gihîşt 4 hezarî û li giravê darên xox, hinar, mişmiş, arûng, gûz û gêlazan danî û ew av dan.

Ew hin caran wextê xwe di holikeke li ser giravê ava kiriye da bi tena serê xwe derbas dike û şêniyên herêmê jî wî dişibînin lehengê romana Robinson Crusoeyê.

Ew serê sibehan zû ji mala xwe ya ku li navenda navçeyê ye derdikeve bi qasî 3 kîlometreyan dimeşe tê peravê, li koda xwe siwar dibe, kilaman dibêje û ber bi giravê va diçe.

Ji ser golê piştî rêwîtiya bi qasî 20 deqîqe dewam dike digihîje giravê û li bêdengiya guhdar dike.

Kalikê Ziya Abay gelek li ber şewatên daristanan dikeve

Ziya Abay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew pir li ber şewatên daristinan dikeve û wiha pê da çû: "Ev heft roj in ez nakevim xewê. Heta ji dest min tê ez rûdanên der heqê şewatan da dişopînim. Ez bi tenê tiştekî ji dewleta xwe dixwazim. Bila berê miletê nekeve hev. Dema milet bi hev bikeve em bergîdana 100 salî paşve diçin. Ji merivan ra jî pêşniyaza min ew e ku bila daran daynin. Dar û daristan ji bo me jiyan e."

Abay got ku heke dar û devî nebin mirov nikarin bijîn û wiha domand: "Bi tenê ne mirov tu heywan û nebat nikare bijî. Çiqas heywanat û rewil hene bi saya daristanan hene."

"4 zarokên min û 4 hezar jî darên min hene û ew jî weke zarokên min in"

Di berdewamiya axaftina xwe da Abay got ku heke ji destê wî bê dixwaze li çar aliyê dinyayê daran biçikîne û wiha dewam kir: "Li kê derê û kîjan welatî dibe dema darek dişewite ez li dijî vê disekinim. Dar malên gel in û zindî ne jî. Bila welatî piştgiriyê bidin dewletê û tevlî hev daran bişikînin. Bila darên me dîsa şîn bibin. Ji ber şewatan kezeba min şewitî. Dema ez şewatan dibînim û rûdinêm digirîm. 4 zarokên min û 4 hezar jî darên min hene û ew jî wek zarokên min in."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE