Ji Meteorolojiyê bo 3 bajaran hişyarî

Li 3 bajarên Rojhilatê barana gur wê bibare...

Ji Meteorolojiyê bo 3 bajaran hişyarî

Hat ragihandin li Erzincan, Erzurum û Ağrıyê piştî nîvro baraneke gur wê bibare.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê pirewrayî be, piştî nîvro li Erzincan, Erzurum û Ağrıyê baraneke gur wê bibare.

Li herêmê germahiya hewayê wê li gor demsalê be, ji aliyê başûr va ba wê rabe.

Li herêmê bi şev germahiya hewayê ya herî kêm li Ağrıyê di binê sifirê da 5 pile, li Karsê di binê sifirê da pileyek, li Ardahanê di binê sifirê da 4 pile, li Erzurumê sifir pile, li Iğdırê 3 pile, li Erzincanê pileyek hat pîvan.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê wê li Iğdırê 20, li Erzincanê 17, li Ardahan û Karsê 11, li Erzurumê 10 û li Ağrıyê jî 7 pile be.

Qalindahiya berfê li navendên xweşiqitandinê ya li Palandokenê 75, li Erganê 74 û li Cibiltepeyê jî 70 santêm hat pîvandin.

Rayedarên meteorolojiyê ji bo cemed û şepeyê hişyarî dan welatiyan ku bira baldar bin û bê tevdîr nemînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE